%35
Şehneya Dinan (Sekerata Dilope) M. Zahir Kayan
Teknik Bilgiler
Stok Kodu
9786058478206
Boyut
13.50x21.00
Sayfa Sayısı
64
Baskı
1
Basım Tarihi
2014
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe

Şehneya Dinan (Sekerata Dilope)

Yayınevi : Şemal Yayınları
15,00TL
9,75TL
%35
Satışta değil
9786058478206
875763
Şehneya Dinan (Sekerata Dilope)
Şehneya Dinan (Sekerata Dilope)
9.75

M.Zahir Kayan pirtûkeke din a helbestan pêşkêşî xwendevanên kurdî kir: "Şêhneya Dînan/Sekerata Dilopê".

M.Zahîr Kayan ji salên 90'î ve bi nivîsa kurdî re eleqedar e. Wî di nav Rewşenê de jî cih girtiye û edîtorî kiriye. Ew kesek pirhêl e, ew bi tabloyên xwe, bi helbestên xwe, bi lêkolînên xwe tê zanîn. Di van hemûyan de jî ew xwedî cihekî qedirbilind e. Kayan vê carê bi pirtûkeke xwe ya nû, ya helbestan li pêşberî xwendevanan e. Pirtûka wî "Şêhneya Dînan/Sekerata Dilopê" ji Weşanên Şemal derket.

M.Zahir Kayan di berhema xwe ya bi navê “Şêhneya Dînan” de li ser hestên mîstîkî, tesewifî, binhişî û hewl, derûnî û ponijînên estetîkî sekiniye. Gava ku helbestek ava dibe, ew helbest seranser jiyanekê, xuyûxisletekê, bawerî û mêldariyekê ava dike, Kayan jî gava ku helbesta xwe ava dike van nimûneyên edebî, estetîkî bi raya helbestê diderîne; Şêhneya Dînan balê dikêşe ser kakilê helbestê, form û gewdeyên helbestê, dûre jî balê dikêşe ser xwendevan. Ji ber ku xwendevan gava ku vê helbestê bixwîne wê bibihîze ku bi xwendina helbestê helbest bûye ya wî, ew ji nişke ve ketiye nav helbestê û ew nifşên di helbestê de hene xwendevan wan nifşan dijî.

Ji hêleke din ve jî Şêhneya Dînan li ser zimanê ku pê helbest hatiye nivîsîn disekine, zimanê kurdî bi raya helbestê wekî pêkanînên hurûfiyan peyv bi peyv, tîp bi tîp bi tewrekê pîrozî, geometrîkî, estetîkî û mîtolojîkî hatiye peyitandin, darijandin. Mirov dikare bibêje ku Şêhneya Dînan helbesteke seranser mîstîkî û erotîk e, lê gava ku hikmê erotîzmê pêk bên nirx û hêmayên felsefî derdikevine pêş, ji ber wê ye ku ev têgih bi vî tewrî di helbestê de bi cih bûne. “Zewq”, “Hevşabûn”, “Cezbe”, “Sûret”, “Meyxane/Pûtxane” û hwd. Divê bê gotin ku Şêhneya Dînan çiqas hest, mebest, metleb û xwestekên mirov yên veşarî, kuştî, tirsonekî, qedexeyî hebin ew hest seranser li gorî mantalîteyekê, li gorî bîr û baweriyan ji nû ve hatine afirandin, mirov dikare bibêje ku ev berhem di bin bandora felsefeyên kevnare de lêgerîna rih û feraseta însên e, lê ev lêgerîn seranser bi alavên nûjen ve pêk tên…

Şemal heta niha tu pirtûk neweşandibû. Weşanên Şemal weşanxaneyeke girêdayî kovara 'Kurt Tarîhî' ye û dê ji niha û pêde berhemên bi kurdî çap bite.
Çavkanî: Malpera Diyarname

  • Açıklama
    • M.Zahir Kayan pirtûkeke din a helbestan pêşkêşî xwendevanên kurdî kir: "Şêhneya Dînan/Sekerata Dilopê".

  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.
Kapat