%35
Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731 Kolektif
Teknik Bilgiler
Stok Kodu
9786052356838
Boyut
16.00x24.00
Sayfa Sayısı
300
Baskı
1
Basım Tarihi
2021-03
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe

Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731Rojnameya Hefteyi ya bi Kurdi

Yazar: Kolektif
Yayınevi : J&J Yayınları
48,00TL
31,20TL
%35
Satışta değil
9786052356838
868746
Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731
Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731 Rojnameya Hefteyi ya bi Kurdi
31.20

Çapemenîya Kurd, weka çapemenîya neteweyên cîhanê ti carî nikaribîye li welatê kurdan bi rihetê weşana xwe bike. Ji ber vê rewşê, her dem li derveyê welat hewil daye weşana xwe bike. Ev weşan jî ji ber astengiyan zêde nejiyaye. Di destpêka çapemenîya Kurdî de du nifşên malbata bedirxaniyan pêşengî kirine. Rojnameya Kurdistanê her du bira Mîdhet û Evdirehman Bedirxan derxistine. Sî-çil sal piştî wan, biraziyên wan Celadet û Kamuran Bedirxan dane dû şopa wan û bi kovarên Hawar û Ronahiyê Celade Bedirxan, bi rojnameya Roja Nû jî Kamuran Bedirxan der tên pêşberî xwînerên kurdî.

Malbata Bedirxanîyan her dem xizmeta doza kurd û Kurdistanê kirine. Her dema ku bayek azadîyê rabûye wan jî babirekên keştîya Kurdistanê bi vî bayê xwedî hêz kirine da ku zûzûka Kurdistanê rizgar bikin. Emîn Elî Bedirxanê ku şagirtê Hecî Qadirê Koyî ye, her sê kurên xwe (Sureya, Celadet û Kamuran) jî bi hestên neteweparêzîyê mezin kiriye. Birayê mezin Sureya Bedirxan di 1908an de, li Stenbolê dest bi weşana rojnameya Kurdistanê ya ku Evdirehman Bedirxanê apê wî, ji ber astengîyan ji 1902yan heta wê demê nikaribû biweşîne, kiribû. Di 1909an de dîsa pêşî li rojnameya Kurdistanê hat girtin. Sureya Bedirxan jî wek apên xwe çû Qahîreya Misrê û rojnameya Kurdistanê weşand. Celadet û Kamuran Bedirxan jî her li ser wê rê bûn. Wan jî li sirgûnê kovar û rojnameyan derxistin.

Her çi qasî Kamuran birayê piçûk be jî tu carî ji Sureya û Celadet Bedirxan kêm nemaye. Her bi wan ra di nava xebata çand, huner û wêjeya kurdî de bûye. Di kovarên Hawar û Ronahîyê de nivîsîye. Lê ew dîplomatekî şareza yê kurdan bûye. Ji bo ku doza kurdan bi dinyayê bide nasîn, di 3yê Gulana 1943yan de, Rojnameya Roja Nû ya ku nivî bi kurdî û nîvî jî bi fransizî bû, derxistîye. Ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya 3yê Gulanê ku ji aliyê saziya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1993yan de, bi pêşniyaza Saziya Rojnamevanên Sînornenas a li Parîsê, wek Roja Azadîya Çapemenîyê hatîye qebûl kirin. Min gelek hewil da ku ez pêwendîya vê biryarê û roja derketina rojnameya Roja Nû derxînim holê, lê ez di vê mijarê da negihîştim agahîyên ku mijarê zelal bikin. Divê em kurd, li xwîna şehîdên çapemenîya kurd û keda rojnamevanên kurd ên wek Kamuran, ap (Mîdhet û Evdirehman Bedirxan) û birayên (Sureya û Celade Bedirxan) wî, xwedî derkevin.

Di dawîyê da ez dixwazim Weşanxaneya J&Jyê ji ber vî karê pîroz, amadekirina Peldanka kovar û rojnameyên pêşîn ên bi kurdî, pîroz bikim.

01.03.2021
Ahmed KANÎ

  • Açıklama
    • Çapemenîya Kurd, weka çapemenîya neteweyên cîhanê ti carî nikaribîye li welatê kurdan bi rihetê weşana xwe bike. Ji ber vê rewşê, her dem li derveyê welat hewil daye weşana xwe bike. Ev weşan jî ji ber astengiyan zêde nejiyaye. Di destpêka çapemenîya Kurdî de du nifşên malbata bedirxaniyan pêşengî kirine. Rojnameya Kurdistanê her du bira Mîdhet û Evdirehman Bedirxan derxistine. Sî-çil sal piştî wan, biraziyên wan Celadet û Kamuran Bedirxan dane dû şopa wan û bi kovarên Hawar û Ronahiyê Celade Bedirxan, bi rojnameya Roja Nû jî Kamuran Bedirxan der tên pêşberî xwînerên kurdî.

      Malbata Bedirxanîyan her dem xizmeta doza kurd û Kurdistanê kirine. Her dema ku bayek azadîyê rabûye wan jî babirekên keştîya Kurdistanê bi vî bayê xwedî hêz kirine da ku zûzûka Kurdistanê rizgar bikin. Emîn Elî Bedirxanê ku şagirtê Hecî Qadirê Koyî ye, her sê kurên xwe (Sureya, Celadet û Kamuran) jî bi hestên neteweparêzîyê mezin kiriye. Birayê mezin Sureya Bedirxan di 1908an de, li Stenbolê dest bi weşana rojnameya Kurdistanê ya ku Evdirehman Bedirxanê apê wî, ji ber astengîyan ji 1902yan heta wê demê nikaribû biweşîne, kiribû. Di 1909an de dîsa pêşî li rojnameya Kurdistanê hat girtin. Sureya Bedirxan jî wek apên xwe çû Qahîreya Misrê û rojnameya Kurdistanê weşand. Celadet û Kamuran Bedirxan jî her li ser wê rê bûn. Wan jî li sirgûnê kovar û rojnameyan derxistin.

      Her çi qasî Kamuran birayê piçûk be jî tu carî ji Sureya û Celadet Bedirxan kêm nemaye. Her bi wan ra di nava xebata çand, huner û wêjeya kurdî de bûye. Di kovarên Hawar û Ronahîyê de nivîsîye. Lê ew dîplomatekî şareza yê kurdan bûye. Ji bo ku doza kurdan bi dinyayê bide nasîn, di 3yê Gulana 1943yan de, Rojnameya Roja Nû ya ku nivî bi kurdî û nîvî jî bi fransizî bû, derxistîye. Ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya 3yê Gulanê ku ji aliyê saziya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1993yan de, bi pêşniyaza Saziya Rojnamevanên Sînornenas a li Parîsê, wek Roja Azadîya Çapemenîyê hatîye qebûl kirin. Min gelek hewil da ku ez pêwendîya vê biryarê û roja derketina rojnameya Roja Nû derxînim holê, lê ez di vê mijarê da negihîştim agahîyên ku mijarê zelal bikin. Divê em kurd, li xwîna şehîdên çapemenîya kurd û keda rojnamevanên kurd ên wek Kamuran, ap (Mîdhet û Evdirehman Bedirxan) û birayên (Sureya û Celade Bedirxan) wî, xwedî derkevin.

      Di dawîyê da ez dixwazim Weşanxaneya J&Jyê ji ber vî karê pîroz, amadekirina Peldanka kovar û rojnameyên pêşîn ên bi kurdî, pîroz bikim.

      01.03.2021
      Ahmed KANÎ

  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.
Kapat