%35
Razen Şin Veysi Ülgen
Teknik Bilgiler
Stok Kodu
9786057957658
Boyut
13.50x21.00
Sayfa Sayısı
240
Basım Yeri
Diyarbakır
Baskı
2
Basım Tarihi
2019-09
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe

Razen Şin

Yazar: Veysi Ülgen
Yayınevi : J&J Yayınları
30,00TL
19,50TL
%35
Satışta değil
9786057957658
815724
Razen Şin
Razen Şin
19.50

“Bajaro tu çima bi min re naaxivî? Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim. Tu jî wek min birîndar î. Dilê te wek min wesle wesle ye. Em salên berê li vir bi etra dildariyê gelek caran diaxivîn. Tu heval û hogirê me bûyî. Şirîkê evînên veşarî bûyî. Te em dixistin paşila xwe, wek dayîkan dihewand. Ez tu me, tu ez im. Rojhelata te di şer de rûxandin, li rojavayê te jî amadekariya rûxandina bi makîneyan hê didome. Dayîka min li rojhelat di heloşandina te de jiyana xwe ji dest da. Te ez bi xeyala wê re bi tenê hiştim. Ka min çi xerabî bi te kiribû ku te evînên nenas berî ser dilê min dan. ”

Bajar wek ku dihejike. Çavên xwe digire, guhdar dike.

“Erê keça delal. Bi dengê veşarî bibêjim çi? Deriyê min bi zilma dema bêbext şikênandin. Ez bi makîneyan, çekan, tanqan pelçiqandim. Bi hêrsa hezar salan êrîş kirin lê min bi wehca jiyana serbixwe li ber xwe da.

Darên min şewitandin, hewşên min xera kirin. Kevirên min ên hezar salî kirin binî erdê. Bêhna mirinê ket nav kuçeyan. Hinek reviyan, hinek mirin, hinekan bê çek şer kirin. Jiyana hezar salan wesle bi wesle bû, bi ser dîrokê de weşiya. Evên ji mirinê filitîn jî ketin nav aloziyan.

Zarokên min sêwî, bûk bê mêr, mêr bêkês bûn. Hinekan ez zû ji bîr kirim. Hinekan qet şerm nekir û hatin di xaniyên nû de rûniştin. Dîroka me ya hezar salan şêwitîbû. Lê jin, mêr û zarokan ji bo min xwe feda kirin, êdî qet xema min nîn e. Ew ê zarokên wan dîsa min şên bikin. Xaniyên ku nû çêkirine nikarin bi kevirên şewitî re kapan bavêjin. Ev avahiyên nû wê zû werin xwarê. Nikarin li hemberî dîrokê li ber xwe bidin. Lê kevirên şewitî bi hezar salan li ber xwe dane. ”

  • Açıklama
    • “Bajaro tu çima bi min re naaxivî? Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim. Tu jî wek min birîndar î. Dilê te wek min wesle wesle ye. Em salên berê li vir bi etra dildariyê gelek caran diaxivîn. Tu heval û hogirê me bûyî. Şirîkê evînên veşarî bûyî. Te em dixistin paşila xwe, wek dayîkan dihewand. Ez tu me, tu ez im. Rojhelata te di şer de rûxandin, li rojavayê te jî amadekariya rûxandina bi makîneyan hê didome. Dayîka min li rojhelat di heloşandina te de jiyana xwe ji dest da. Te ez bi xeyala wê re bi tenê hiştim. Ka min çi xerabî bi te kiribû ku te evînên nenas berî ser dilê min dan. ”

      Bajar wek ku dihejike. Çavên xwe digire, guhdar dike.

      “Erê keça delal. Bi dengê veşarî bibêjim çi? Deriyê min bi zilma dema bêbext şikênandin. Ez bi makîneyan, çekan, tanqan pelçiqandim. Bi hêrsa hezar salan êrîş kirin lê min bi wehca jiyana serbixwe li ber xwe da.

      Darên min şewitandin, hewşên min xera kirin. Kevirên min ên hezar salî kirin binî erdê. Bêhna mirinê ket nav kuçeyan. Hinek reviyan, hinek mirin, hinekan bê çek şer kirin. Jiyana hezar salan wesle bi wesle bû, bi ser dîrokê de weşiya. Evên ji mirinê filitîn jî ketin nav aloziyan.

      Zarokên min sêwî, bûk bê mêr, mêr bêkês bûn. Hinekan ez zû ji bîr kirim. Hinekan qet şerm nekir û hatin di xaniyên nû de rûniştin. Dîroka me ya hezar salan şêwitîbû. Lê jin, mêr û zarokan ji bo min xwe feda kirin, êdî qet xema min nîn e. Ew ê zarokên wan dîsa min şên bikin. Xaniyên ku nû çêkirine nikarin bi kevirên şewitî re kapan bavêjin. Ev avahiyên nû wê zû werin xwarê. Nikarin li hemberî dîrokê li ber xwe bidin. Lê kevirên şewitî bi hezar salan li ber xwe dane. ”

  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.
Kapat