%35
Mere Ku Li Teriya Xwe Digere Helîm Yûsiv
Teknik Bilgiler
Stok Kodu
9786057031570
Boyut
13.50x21.00
Sayfa Sayısı
104
Baskı
1
Basım Tarihi
2021-09
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe

Mere Ku Li Teriya Xwe Digere

Yazar: Helîm Yûsiv
Yayınevi : Peywend
24,00TL
15,60TL
%35
Satışta değil
9786057031570
890434
Mere Ku Li Teriya Xwe Digere
Mere Ku Li Teriya Xwe Digere
15.60

Dipesh Chakrabarty têgeheke bi navê "odeya bendemenê ya Dîrokê" li ferhenga zanista siyasetê, nemaze jî li ya dijkolonyal zêde kiriye. Li gor wî Dîroka pêşveçûner a navend-Rojavayî şopa gelên paşvemayî wiha dîyar dike ku ew gelên hanê gavên pêşveçûna Rojava bişopînin. Rojava di çi merhaleyan de derbas bûbe lazim e ew jî ji wan derbas bibin. Lê li gor Chakrabarty ev pênaseya Dîrokê, odeyeke bendamanê ye. Lewra Rojava her bi pêşve biçe, Rojhilat her li paş hatiye sabitkirin.

Di çîroka "Tirênek û sê welat" de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda tirêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye, dibe ku bi salan jî neyê. Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye, ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine tirênê. Vê carê li Tirkiyeyê ye. Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha tirênê. Kalo dîsa li wê derê ye. Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike: "Ew tirên li vî welatî kar nake, xerab bûye. Hin dixwazin çêkin û hin jî naxwazin. Her du alî li ber hev didin." Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye, di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê. Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne. Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û tirên ji zû de derbas bûye. Em têgihijin ku di vir alegorîyeke polîtîk heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye: dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên, lê mirov here welatên Rojava jî tirên ji zûde ye çûye.

Ji bo redkirin, hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in. Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû polîtîk bibe jî jê zêdetir mîzah, îronî, hêma û pişkên realîzma efsunî ew alav in. Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê, lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike, ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re fîgûra vegotina xwe derdixe holê.

Ferzan Şêr

  • Açıklama
    • Dipesh Chakrabarty têgeheke bi navê "odeya bendemenê ya Dîrokê" li ferhenga zanista siyasetê, nemaze jî li ya dijkolonyal zêde kiriye. Li gor wî Dîroka pêşveçûner a navend-Rojavayî şopa gelên paşvemayî wiha dîyar dike ku ew gelên hanê gavên pêşveçûna Rojava bişopînin. Rojava di çi merhaleyan de derbas bûbe lazim e ew jî ji wan derbas bibin. Lê li gor Chakrabarty ev pênaseya Dîrokê, odeyeke bendamanê ye. Lewra Rojava her bi pêşve biçe, Rojhilat her li paş hatiye sabitkirin.

      Di çîroka "Tirênek û sê welat" de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda tirêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye, dibe ku bi salan jî neyê. Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye, ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine tirênê. Vê carê li Tirkiyeyê ye. Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha tirênê. Kalo dîsa li wê derê ye. Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike: "Ew tirên li vî welatî kar nake, xerab bûye. Hin dixwazin çêkin û hin jî naxwazin. Her du alî li ber hev didin." Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye, di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê. Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne. Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û tirên ji zû de derbas bûye. Em têgihijin ku di vir alegorîyeke polîtîk heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye: dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên, lê mirov here welatên Rojava jî tirên ji zûde ye çûye.

      Ji bo redkirin, hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in. Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû polîtîk bibe jî jê zêdetir mîzah, îronî, hêma û pişkên realîzma efsunî ew alav in. Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê, lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike, ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re fîgûra vegotina xwe derdixe holê.

      Ferzan Şêr

  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.
Kapat