Li Rojhilata Navîn Terora Dewletê
Teknik Bilgiler
Stok Kodu
2770000000659
Boyut
14-21
Sayfa Sayısı
128
Baskı
1
Basım Tarihi
2017-01
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
2.Hamur
Dili
Kürtçe

Li Rojhilata Navîn Terora Dewletê

11,90TL
Satışta değil
2770000000659
654886
Li Rojhilata Navîn Terora Dewletê
Li Rojhilata Navîn Terora Dewletê
11.90
"Li sazîyên navnetewî yên weke Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa, NATO û Konferansa Îslamê, tim û tim tê qalkirin ku bê wê çawa li hember teror û terorîzmê tedbîrê bistînin. Li parlamentoyên neteweyî, di hemû weşan û çapemenîyên welatan de, tim û tim qala terorê tê kirin; lê belê, tu carî behsa terora dewletê neyê kirin. Pîsporên lêkolîner û lêhûrîner jî, bi baldarî hewl didin ku dîyardeya mijara terorê û terorîzma navneteweyî veşêrin. Serê xwe pê re diêşînin ku terora dewletê bincil bikin. Halbûkî, teror hema wilo xwe bi xwe dernakeve holê. Pêwendîyeke wê yê dîyalektîk bi dîyardeya terora dewletê re heye. Vê çawanîya terora dewletê, bi biryargerîyeke qehîm di sazîyên navneteweyî de, di parlamentoyên neteweyî de, di navgînên ragihandinê, ên weke radyo, televîzyon, rojname û hwd. de tê veşartin. Dîyardeya ku gefan li mirovahîyê dixwe ne teror e. Îro, dîyardeya ku ji bo mirovahîyê talûke ya heri giring terora dewletê bi xwe ye..."
"... Çapemenîya Tirk, di mijara pirsgirêka Kurdistanê de, weke şaxeke Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk dixebit e. Ji ber vê yekê çapemenîya Tirk, alîkarekî polês ê bê îtîbar e. Ev alîkarî, alîkarîyeke weke hêzranîyekî polês û lêdaneke cendirmeyan e. Çapemenîya Tirk, di derbarê pirsgirêka Kurdistanê de ancax dikare tiştên ku dewlet û hukûmeta Tirk dixwazin binivîsîne. Çapemenîya Tirk, nikare tu nivîsan, tu tiştên ku ji hêla dewlet û hukûmetê ve neyê xwestin û raya giştî bi rastîyan bihîsîne, binivîsîne. Ku dewlet û hukûmet nexwaze raya giştî pê bihise nekarin tu nûçeyan bi raya giştî bidin bihîstin. Divê zanîngehên Tirk, partîyên sîyaseta Tirk, komele û sendîkayên cûr be cûr, sazîyên huqûqa Tirk, dadgeh û hwd., di heman çarçoveyê de bên nirxandin. Mînak, dezgehên darazê, dadgeh sazîyên ku bîrdozîya fermî bi awayekî nijadî bikartînin. Em dizanin ku tu lêkolînên zanîngehên Tirk ê teşeyî di derbarê pirsgirêka Kurdistanê de tuneye. Partîyên sîyaseta Tirk, li gel ku li pişta wan bi milyonan piştgirîya deng hene, em nikarin Tirkîyeyê bi awayekî azad şîrove bikin. Ne karin di derbarê pirsgirêkên Tirkîyeyê yên civakî, polîtîk û candî de bi awayekî azad plan û bername bê hilberandin."
Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre!
  • Açıklama
    • "Li sazîyên navnetewî yên weke Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa, NATO û Konferansa Îslamê, tim û tim tê qalkirin ku bê wê çawa li hember teror û terorîzmê tedbîrê bistînin. Li parlamentoyên neteweyî, di hemû weşan û çapemenîyên welatan de, tim û tim qala terorê tê kirin; lê belê, tu carî behsa terora dewletê neyê kirin. Pîsporên lêkolîner û lêhûrîner jî, bi baldarî hewl didin ku dîyardeya mijara terorê û terorîzma navneteweyî veşêrin. Serê xwe pê re diêşînin ku terora dewletê bincil bikin. Halbûkî, teror hema wilo xwe bi xwe dernakeve holê. Pêwendîyeke wê yê dîyalektîk bi dîyardeya terora dewletê re heye. Vê çawanîya terora dewletê, bi biryargerîyeke qehîm di sazîyên navneteweyî de, di parlamentoyên neteweyî de, di navgînên ragihandinê, ên weke radyo, televîzyon, rojname û hwd. de tê veşartin. Dîyardeya ku gefan li mirovahîyê dixwe ne teror e. Îro, dîyardeya ku ji bo mirovahîyê talûke ya heri giring terora dewletê bi xwe ye..."
      "... Çapemenîya Tirk, di mijara pirsgirêka Kurdistanê de, weke şaxeke Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk dixebit e. Ji ber vê yekê çapemenîya Tirk, alîkarekî polês ê bê îtîbar e. Ev alîkarî, alîkarîyeke weke hêzranîyekî polês û lêdaneke cendirmeyan e. Çapemenîya Tirk, di derbarê pirsgirêka Kurdistanê de ancax dikare tiştên ku dewlet û hukûmeta Tirk dixwazin binivîsîne. Çapemenîya Tirk, nikare tu nivîsan, tu tiştên ku ji hêla dewlet û hukûmetê ve neyê xwestin û raya giştî bi rastîyan bihîsîne, binivîsîne. Ku dewlet û hukûmet nexwaze raya giştî pê bihise nekarin tu nûçeyan bi raya giştî bidin bihîstin. Divê zanîngehên Tirk, partîyên sîyaseta Tirk, komele û sendîkayên cûr be cûr, sazîyên huqûqa Tirk, dadgeh û hwd., di heman çarçoveyê de bên nirxandin. Mînak, dezgehên darazê, dadgeh sazîyên ku bîrdozîya fermî bi awayekî nijadî bikartînin. Em dizanin ku tu lêkolînên zanîngehên Tirk ê teşeyî di derbarê pirsgirêka Kurdistanê de tuneye. Partîyên sîyaseta Tirk, li gel ku li pişta wan bi milyonan piştgirîya deng hene, em nikarin Tirkîyeyê bi awayekî azad şîrove bikin. Ne karin di derbarê pirsgirêkên Tirkîyeyê yên civakî, polîtîk û candî de bi awayekî azad plan û bername bê hilberandin."
      Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre!
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.
Kapat