%35
Destpeka Romana Kurdi Ahmet Seyari
Teknik Bilgiler
Stok Kodu
9786050645149
Boyut
13.50x21.50
Sayfa Sayısı
224
Baskı
1
Basım Tarihi
2020-10
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
9786050645149
848118
Destpeka Romana Kurdi
Destpeka Romana Kurdi
17.55

Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de, di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de, li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye, dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî, (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin. Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne, li wê derê hatine dinyayê, perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine, piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara ‘ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre, di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e, berî ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs, roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz bikin.

  • Açıklama
    • Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de, di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de, li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye, dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî, (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin. Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne, li wê derê hatine dinyayê, perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine, piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara ‘ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre, di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e, berî ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs, roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz bikin.

  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.
Kapat